YE û Fransa ji pêkanînên DYA’yê yên li ser Rûsyayê bi fikar in
Hişyarî hate kirin ku pêkanînên kongreya DYA’yê ya li ser Rûsyayê wê bandorê li şîrketên li Ewrûpayê jî bike.
Hişyarî hate kirin ku pêkanînên kongreya DYA’yê ya li ser Rûsyayê wê bandorê li şîrketên li Ewrûpayê jî bike.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Fransayê teksta li ser pêkanînên ji bo Rûsyayê di warê hiqûqî de kêşeyên wê hene. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku pêkanînên têkiliya xwe li ser şîrketên derveyî DYA’yê jî heye, ne li gorî hiqûqê ye.
Berdevkê Wezareta Karê Derve Agnes Romatet hişyarî da û diyar kir ku ji bo lihevkirinek bi pêkanînên DYA’yê ava bibe, dibe ku Fransa û Yekîtiya Ewrûpayê zagonên xwe yên heyî biguherînin.
Komîsyona YE’yê jî diyar dike ku pêkanînên li ser Rûsyayê wê bandorê li ser serxwebûna enerjiyê ya li Ewrûpayê bike. Komîsyonê diyar kir, ji bo ku pêşiya ‘encamên siyasî’ yên pêkanînan ên neyînî were girtin, divê pêkanînên G7’ê bi polîtîkayeke hevpar were kirin.