YE rapora Tirkiyeyê eşkere kir: Her tişt bi paş ve diçe

Komîsyona Ewropayê rapora pêşketina Tirkiyeyê eşkere kir. Berpirsê ji Pêşveçûnê Komîser Johannes Hahn diyar kir ku tu pêşnûmeyekî wan a geşbûna têkiliyên bi Tirkiyeyê re tune.

Berpirsê ji Pêşveçûnê Komîser Johannes Hahn rapora pêşveçûnê ya 7 welatan ku Tirkiye jî di nav de pêşkêş kir.

Rapor ji Komîteya Karê Derve ya Parlamentoya Ewropayê re hate pêşkêşkirin. Di raporê de hate gotin ku Tirkiye li gorî salên din di aliyê demokrasî û mafên mirovan de paşketinek cidî heye, cara destpêkê fikarên di mijara aborî de derkete holê.

Hahn diyar kir ku binpêkirinên mafên mirovan kûrtir bûne, aborî jî di nav de li gelek herêman “paşketin” heye.

Berpirsê ji Berfirehbûnê Komîser Hahn wiha got; “Tirkiye dûrketina xwe ya ji Yekîtiya Ewropayê didomîne.”

Di raporê de hate gotin ku li Tirkiyeyê di mijara azadiya ramanê, xwepêşandin û mafên din de xerabbûn heye. Di raporê de hate diyarkirin ku zexta siyasî ya li dadger û dozgeran bandorekî nerênî li xweseriya darazê dike.

Hahn di mijara peymana penaberan a bi Tirkiyeyê re spasiya xwe anî ziman û ragihand ku di mijara berjewendiyên hevpar de wê hevkariya wan bidome.

Di raporê de qala hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê jî hate kirin. Di raporê de bal hate kişandin li ser 4 şaredariyên bajarên Kurd tevî ku HDP’ê qezenç kiribû û serokatiya wan nehatiye pejirandin, di raporê de dubarekirina hilbijartina Stenbolê jî hate bibîrxistin.

Piştî pêşkêşkirina raporê Raportora Parlamentoya Ewropa ya Tirkiyeyê Katî Pîrî û wekîla Portekîzî Anna Gomes jî nav de 3 parlamenter bal kişandin li ser rewşa girtîgehan. Parlamenteran gotin ku divê di mijarên hekîmên jin ên di hucreyên girtîgehan de tên girtin û dîplomatên li Enqerê mûameleya xirab li wan tê kirin, bêdeng nemînin.