YE'yê plana Trûmp ji hin aliyan ve red kir

Yekîtiya Ewropa (YE) ji hin aliyan ve plana “aşitiyê” ya pirsgirêka Filistîn-Îsraîl ya Serokê DYE Donald Trûmp red kir.

Serokê DYE Trûmp plana “aşitî” ya Rojhilata Navîn roja 28’ê Çileyê eşkere kiribû. Di vê plana wê desthilatdariya koloniyên Îsraîl a Rojhilatê Şerîayê tê naskirin, ji bo avakriina dewleta Filistîn ku hatiye parçe kirin 4 salan muzakere pêşkêş dike. Dîsa li gorî planê Qudis yekane wê weke paytexta Îsraîlê bê naskirin. Filistînî jî Qudis a Rojhilat dixwazin weke paytext binasin.

Yekîtiya Ewropa ku divê yekîtiya dengan a hemû endaman bigre diyar kiribû ku wê planê lêkolîn bikin.

Di encama vê lêkolînê de îro daxuyaniyek nivîskî hate dayîn. Nûnerê Bilind ê Polîtîkayên Derve ya YE Josep Borrell wiha got; “Ji bo avakrina aşitiyeke adîl û mayînde, pirsgirêkên ku nehatine çareserkirin li ser statuya dawî, divê bi muzakereyên di navbera herdu aliyan de çareser bibe.”

Borrel diyar kir ew di nava nîqaşên sînorên dewleteke Filîstin û statuya Qûdisê de ne û wiha got; “Hewldana Emerîka ya 28’ê Çile hatî pêşkêşkirin ji parlamenteriya ku navnetewî qebûl dike dûr dikeve.”

Roja Şemiyê Yekîtiya Ereb nerazîbûn nîşanî plana Serokê DYE'yê Donald Trûmp a li ser Rojhilata Navîn da û diyar kir, ev yek binpêkirina mafên rewa yê Filistîniyan e û “neqehiya” li Filistîniyan hatiye kirin. Yekîtiya Ereb an wiha jî gotibû “plan weke binpêkirina mafên rewa yên Filistîniyan tê dîtin."