YE ji bo cezayan li ser Tirkiye ferz bike zend û bend ba dide

Kiryarên dewleta Tirk ya li herêmê her ku diçe nerazîbûnên welatên herêmê û Yekîtiya Ewropayê bi xwe re anî. Li ser vê yekê parlementoya Ewropayê wê cezayan li ser Tirkiye bisepîne.

Li gorî nûçeya Sky News Erebî ku agahî dispêre gotinên parlementerek ji Parlementoya Ewropayê ku nexwestiye navê wî diyar bibe anî ziman ku Parlementoya Ewropayê bi îdaye ku wê deng bide plan û projeyên destûrî yên ji bo cezakirina Tirkiyê. Heman parlementerî diyar kir ku ji ber ku Tirkiye di demên dawiyê de nêzîkbûnên ku li Derya Spî, Qibris û Yewnanistanê pêk tîne nayên qebûlkirin.

Parlementer daxuyankirin ku Yekîtiya Ewropayê li ser planekî ya pêkanînên pir hişk a ji bo Tirkiyê dixebite.

Di nûçeyê de balhatiye kêşandin li ser kiriyarên Tirkiyê yên herî dawî û ev got: “Herî dawî dema ku keştiya dewleta Tirk li Behra Spî ji bo çekan bibe ji bo Lîbyayê hêzên leşkerî yên Berlînê xwestibû li keştiyê lêgerîn bike, lê Tirkiye ev yek nexwestibû. Ji ber wê yekê û gelek kiriyarên din ên dewleta Tirk Parlementoya Ewropayê zend û bendên xwe ji bo sizakirina dewleta Tirk ba daye.”