YE ji 160 hezar penaberî tenê 9400 wergirtiye
Welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) soz da bûn ku ew ê ji penaberên hatine Îtalya û Yewnanîstanê 160 hezarî di nava xwe de parve bikin. Hat ragihandin, tenê 9400 ji van anîne 26 welatên din.
Welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) soz da bûn ku ew ê ji penaberên hatine Îtalya û Yewnanîstanê 160 hezarî di nava xwe de parve bikin. Hat ragihandin, tenê 9400 ji van anîne 26 welatên din.
Li gorî biryara di sala 2015'an de hate girtin, 160 hezar penaber wê heta Îlona 2017'an li nava welatên YE bên belavkirin. Lê belê ev peyman heta niha bi cih nehatiye anîn.
Ji bo welatên din ên ku soz dan 160 hezar penaberan ji Îtalya û Yewnanîstanê werbigirin, heta niha tenê 9400 penaber hatine şandin. 1.095 ji van penaberan hatine Elmanyayê ku vî welatî soz da bû 27 hezar penaberî qebûl bike. Gelek welatên din jî berevajî sozên xwe, heta niha beşeke kêm a penaberan wergirtine.
Fransa û Hollandayê, li gorî Elmanyayê hê bêhtir penaber qebûl kirine. Heta niha 2700 hatine Fransayê û 1200 hatine Hollandayê.
Tê gotin, Elmanya ji Îlonê û vir ve amadekariyê dike ji bo mehane 500 penaberan qebûl bike û tê payîn ev hejmar di mehên pêş de mehane bibe hezar penaber.