YE cezaya ku wê bide Tirkiyê nîqaş dike

Roja Pênçşemê beriya ku civîna nûneran a Yekîtiya Ewropayê (YE) dest pê bike li Brukselê wezîrên karên derve civiyan. Di rojeva wan de hin biryarên li hemberî Tirkiyeyê ku aloziya li Derya Spî zêdetir kirî hene.

Vê hefteyê civîneke heye ku ji nêz ve desthilatdariya Erdogan ya ku di siyaseta xwe ya êrîşkar û dagirker a li herêmê de israr dike. Rojeva herî girîng a civîna nûneran a YE’ê ku wê roja Pêncşemê 10’ê Kanûnê dest pê bike û du rojan dirêj bike, diyarkirina pêkanîn û ambargoyekî gengaz li hemberî rejîma Enqereyê be ku bi provakasyonên li Derya Spî derxistî bi Yewnanîstan û Qibrisê re alozî jiyan dike.

Elmanya ku Serokatiya Demê ya YE’ê dike û heya wan demên dawî alîgirê gavekî ku rejîma Erdogan aciz bike nebû, ji hefteya bihorî heya niha berdewam behsa pêkanînên li ser Enqereyê dike. Di civîna ku îro li Brukselê bi tevlîbûna 27 wezîrên kar û barê derwe yên welatên endam de li ser pêkanînan bê ka kîjan be tê nîqaşkirin.

MAAS: HEWLDANÊN ME BÊ ENCAM MAN

Di civîna îro de nayê payîn ku biryarek derkeve, encax wê wezîrên tevlî civînê bibin vê mijara biryarê bê girtin nîqaş bikin. Wezîrê Karê Derve yê Elmanya Heîko Maas ku beriya civînê axivî got ku ji ber aloziya di navbera Tirkiyê, Yewnanîsta û Qibrisê, nekarîne ku bi awayekî yekser di navbera YE û Tirkiyê de diyalogê bidin destpêkirin. Her wiha da zanîn ku Tirkiye provakasyonên xwe hê jî didomîne û ew ê vê mijarê di civîna îro de bi awayekî berfireh binirxînin.

Mijarekî din ya ku wê îro wezîrên tevlî civînê bûne wê li ser bisekine jî, Rejîma Pêkanîna Mafê Mirovan e ku YE ji bo li hemberî binpêkirina mafê mirovan di asta cîhanî de pêşbînî dike. Girêdayî wê mijarê jî tê payîn ku rejîma Erdogan bibe rojev. Wezîrê Karê Derve yê Luksembûrgê Jean Asselborn ku beriya civînê daxuyanî da rojnamevanan anî ziman ku ew ê bi avakirina rejîma sizdayîn vê li ser yên rêzê ji mafê mirovan nagrin pêkanînan ferz bikin û got: “Ev ji bo Tirkiyeyê jî wê hişyariyek be.”

“ÊDÎ DIVÊ LI HEMBERÎ ENQEREYÊ JÎ BIRYARÊN ŞÊNBER WERIN GIRTIN”

Di eniya Avûstûryayê ku alîgirê wergirtina biryarên tund li hemberî rejîma Enqerê ye de beriya civînê hin bangewazî hatin. Wezîrê Karê Derve yê Avûstûryayê Alexander Schallenberg jî ragihand ku siyasetên Enqere bi rê ve dibe êdî nayên qebûlkirin û divê YE êdî bi zimanekî pir zelal û vekirî hin biryarên şênber werbigire.

Li gorî nûçe û analîzên di medya Ewropayê hatine weşandin de wê derketina biryara ambargoyê ya li hemberî Tirkiyê ya di wê civînê de wê ne hêsan be. Her wiha bal tê kişandin li ser wê yekê ku dibe ew biryar ji aliyê Mecarîstan, Polonya û heta Bûlgarîstan ku di demên dawî de bi rejîma Erdogan re têkiliyên nêzîk avakiriye bê vetokirin. Ji bo ambargoyê di destê YE’ê de betalkirina peymana Yekîtiya Gumrukan ku weke bijardeya sereke tê zanîn heye, her wiha ragirtina alîkariya pere ya di çarçoveya peymana penaberan û endamtiya YE’ê didin Enqerê heye.