Xwepêşanderên Bexdayê herikîn kolana Reşîd

Xwepêşanderên Bexdayê yên herikîn kolana Reşîd û rastî hêzên ewlekariyê hatin bi dehan xwepêşander birîndar bûn.

Nêzîkî 16 roj in li Qada Tehrîr ya paytexta Iraqê Bexdayê xwepêşandan tê lidarxistin, xwepêşander dixwazin biçin herêma kesk ji bo dawî li hikûmeta Adil Abdûlmehdî bînin, rastî hêzên ewlekariyê tên di encam de heta niha bi sedan kes hatin kuştin û birîndarbûn.

Di çarçoveya hewldana ji bo dawî lê anîna hikûmeta Adil Abdûlmehdî de, îro xwepêşanderan herikîn kolana Reşîd û xwestin pirê derbas bikin biçin herêma kesk. Lê belê çalakvan rû bi rûyê hêzên ewlekariyê hatin, di encam de hêjmarek gelek xwepêşander ji ber sedemê gaza rundikrêj birîndar bûn.

Di heman demê de Serokwezîrê Iraqê Adil Abdûlmehdî, bi biryarekê hemû daxûyanî li komisyona mafê mirovan ya perlemena Iraqê ya di derbarê bîlançoya kuştiyên, xwepêşanderan de qedexe kir.