Xwepêşandanên mûxalefet rastgir a Venezûelayê dijwar dibin

Li Venezûelayê, xwepêşandanên mûxalefeta rastgir ên li dijî Serokdewletê sosyalîst Nîcolas Madûro, bi beşdariya bi hezaran kesî pêk hat. Li paytext Caracasê di xwepêşandanê şerekî giran qewimî.

Li Veneûelayê, tevî ku yek ji girîngtirîn hilberînerên petrolê ye, krîza aboriyê di asteke bilind de ye. Partiyên rastgir jî, ku piraniya endamên parlamentê ji wan pêk tên, ji bo têkbirina Madûro çalakiyên xwe didomînin.

Hat îdîakirin, tevlîbûna li xwepêşandana protestoyî ya li paytext Caracasê, kêmî bendewariyan bû. Mûxalefetê îdîa kir, bi qasî 50 hezar kes tevlî vê xwepêşandanê bûne.

Di dema xwepêşandanê de li gelek cihan di navbera polîsan û xwepêşandêran de şer derket. Ji ber van bûyeran, gelek kolan ji aliyê polîsan ve hatin girtin û tê gotin, gelek kes jî birîndar bûne.

Partiyên mûxalefetê ragihandin, ku wan li gelek bajarên welêt xwepêşandanên protestî lidar xistine.

Henrîqûe Caprîles, ku di hilbijartinên 2013'an de li hemberî Nîcolas Madûro winda kir, ib hinceta ku pêwendiya xwe bi şîrketa Odebrecht heye, ku ev şîrket bi skandala nelirêtiyê ya li Brezîlyayê hete rojevê, bi 15 salan ji mafê hilbijartinê bêpar hat hiştin. Lê belê Cabrîles vê yekê weke 'darbeyeke siyasî' li dijî xwe bi nav dike.

Mûxalefeta rastgir a li Venezûelayê, bi bahaneya krîza aboriyê, ji bo dûrxistina Nîcolas Madûro xwest referandûmê bide kirin. Bi vê armancê dest bi berhevkirina îmzeyan kir, lê derket holê ku bi mîlyonan îmze bi rengekî nelirê berhev kiriye. Rayedarên Venezûelayê ragihandin, gelek ji van îmzeyan sexte ne û îmzeyên ji bo referandûmê hatibûn komkirin, betal kirin.