Xwepêşandanên li Iraqê didomin

Li Iraqê xwepêşandanên li dijî hikumetê didomin. Di xwepêşandanên hefteya dawî de 23 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li paytexta Iraq Bexdayê û li bajarên başûrê Iraqê ku şêniyên wê Şîa yên Ereb in, xwepêşandan didomin. Hêzên polîs û ewlekariyê jî li dijî xwepêşandêran çekê bi kar tînin.

DI NAVA HEFTEYEKÊ DE 23 KES HATIN KUŞTIN

Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Serbixwe ya Iraqê der barê mijarê daxuyanî weşand û diyar kir ku di navbera 3 û 7'ê Mijdarê de li Bexda, Kerbela, Basra û Zikarê di xwepêşandanan de 23 kes hatine kuştin û hezar 77 kes jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku rojên dawî 201 kes hatin destgîrkirin û piştre 170 ji wan hatin bedan.

BI SEDAN KESÎ JIYANA XWE JI DEST DAN

Mîsyona Iraqê ya Neteweyên Yekbûyî Sêşemê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku ji 1'ê Cotmehê ve di xwepêşandanan de 254 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes jî birîndar bûn. Li gorî çavkaniyên nefermî ji ber bikaranîna çekê ya polîs û hêzên ewlekariyê 400 kesî jiyana xwe ji dest dan û herî kêm 8 hezar kes jî birîndar bûn.