Xwepêşandanên Iraqê destpê dikin

Li ser destpêkirina xwepêşandanên Iraqê, Wezareta Navxweyî ya Iraqê jî hemû hêzên navxweyî xiste nava rewşekî amadekariyê.

Piştî bêdengiya 10 rojan a xwepêşandanên Iraqiyan û şûde li bendêye ku 25’ê Cotmehê carekî din xwepêşandan li paytexta Iraq Bexdayê bê kirin.

Liderê Tevgera Sadir Muqteda Sedir ragihand ku piştevaniya çalakiyan dike.

Xwepêşandan ji çalakiyê re amade ne, hem wext hêzên navxweyî ya Iraqê jî ji bo mudaxeleya xwepêşandaran jî ji niha ve ji bo her bûyerekê amade ye.

Ji serê mehê ve bi hezaran kes li kolanên Bexda û Qada Tehrîrê bûn û daxwaza hilweşandina hikûmeta niha ya Iraqê kirin. Di xwepêşandan de şer derket û gelek xwepêşander mirin û birîndar bûn. Her ku çû çalakî mezin û berfireh bû, bajarên başûr û navenda Iraqê jî giret nava xwe. Di encamê de alozî û şer navbera hêzên elekhî û çalakvanan de derket û bi sedan kes mirin û bi sedan jî birîndar bûn.