Xwepêşandana Iraqê: 90 hezar varêl petrol hate blokekirin

Di encama xwepêşandanên li peravên başûrê Iraqê rê hatin girtin, 90 hezar varêl petrol hate blokekirin.

Xwepêşandanên li Iraqê ku 24’ê Cotmehê ji nû ve destpê kir her diçe belav dibe. Li Iraqê ya yek ji welatên herî zêde petrolê di hilberîne û difiroşe ye, xwepêşandanan bandor li petrolê jî kir.

Ji ber girtina rê ya çalakvanan a ku diçin perav û kargehên petrolê, şandina petrolê ya rojane 3,4 milyon varêl sist bû.

Kana petrolê ya Geyara ku dikeve bakurê welat, rojan e ku 30 hezar varêl petrol lê dihate hilberîn û dişandin, 3 rojan li ser hev ji bo Besra a dikeve başûrê welat nehatiye şandin.

Rayedareke ku navê xwe neda ku ji AFP’ê re axivî, diyar kir ku ne diyar e bê ka wê kengê sewqiyat destpê bike û got: “Girêdayî aramiya herêmê û ji nû ve vebûna rê ye.”

Xwepêşandanên protestoyî ev nêzî meheke dewam dike. Çalakiya ku 1’ê Cotemhê destpê kir û piştî hefteyekê ji bo hikûmet daxwazên dikin pêk bînin heta 24’ê Cotmehê dem diyar kiribû. Li ser pêkneanîna daxwazan çalakî ji nû ve destpê kir. Di çalakiyên li Bexda û belavî bajarê Şii’yan bû, daxwaza hilweşîna rejîmê dikirin. Ji serê hefteyê ve li Bexda, Kerbela û Nasiriyê di encama gule reşandina hêzên ewlekarkiyê bi kêmanî 13 kes mirin. Bi dehan jî birîndar bûn.

Di xwepêşandanên ji 1’ê Cotmehê û vir ve pêk hatînin de heta niha 270 kes mirin.