Xwendekarên zanîngehê yên Fransayê rabûne ser piyan

Çalakiyên xwendekarên zanîngehê yên Fransayê li dijî polîtîkayên hikûmetê ev bi heftiyane didomin. Polîsan bi ser zanîngeha Tolbîacê de girtin ku bûbû sembol. Zanîngeheke dî hate dagirkirin.

Polîsên Fransiz berê sibeha Înê ji bo ku dawî li dagirkirina zanîngeha Tolbîacê ya Parîsê bînin ketin tevgerê. Dagirkirina zanîngeha Tolbîacê, bi komunê ku ava kirine û ji ber desteka li Kurdan xwedî girîngiyeke sembolik e. Meclîsa giştî ya zanîngehê 4’ê Nîsanê bi daxuyaniyekê desteka xwe ya li Kurdan diyar kiribû.

Berê sibehê bi kêmanî 100 polîsî bi ser zanîngeha 22 qetî de grit. Xwendekaran bi hin tiştên ku avêtin polîsan li ber xwe dan. Wezîrê Navxwe yê Fransiz Gêrard Collomb got operasyon serkeftî bûye û polîs pîroz kirin.

Serokê zanîngeha Parîs-1 Sorbonne ya bi ser zanîngeha Tolbîacê ve Georges Haddad 9’ê Nîsanê ji polîsan xwestibû ku mudahele bikin.

Ev bi heftiyan e ku li zanîngeha çalakî û boykot hene. 4 zanîngeh bi temamî hatine blokekirin û li 10 zanîngehan perwerde tê astengkirin. Xwendekar dibêjin bi yasaya reformê ya ji bo ketina fakulteyan mafê ‘hilbijartin’ê ji dest xwendekaran tê standin. Hikûmet dest li beşên pîşeyî dide, yên ku pir têne daxwazkirin û hewl dide ku tercîhên xwendekaran biguherîne. Li gorî yasaya zanîngehê ya bi navê ORE’yê heke serlêdanên deverekê ji cih zêdetir bin daxwaz dikarin neyên qebûlkirin.