Xweliya Merapiyê 6 kîlometreyan bilind bû
Xweliya volkana Merapî ya li Endonezyayê 6 kîlometreyan bilind bû.
Xweliya volkana Merapî ya li Endonezyayê 6 kîlometreyan bilind bû.
Li gorî ajansa jeolojiyê ya herêmî volkana Merapiyê roja Yekşemê çalak bû. Volkanê di nava heft deqîqeyan de du caran agir pijiqand.
Rayedaran bang kirin ku li dora Merapiyê bi qasî xeleqeke 3 kîlometreyan divê were valakirin. Ev volkan li ser girava Javayê ye. Xweliya ji volkanê bi qasî 6 kîlometreyan bilind bû.
Volkana Merapî di meha Adarê de jî çalak bûbû û balefirgeha navneteweyî ya Soloyê heta demekê hatibû girtin.
Li Merapiyê herî dawîn di sala 2010’an de teqîneke mezin çêbûbû û 300 kes miribûn.
Di sala 1930’an de jî teqînek çêbûbû nêzî 1300 kes miribûn. Di sala 1994’an de ji ber teqîna volkanê 60 kes miribûn.
Li Endonezyayê bi qasî 130 volkanên aktîf hene û gelek caran li vir erd diheje yan jî volkan diteqin.