Xelata Wêjeyî ya Nobelê wê îsal neyê dayin

Akademiya Swêdê, dayina Xelata Wêjeyî ya Nobelê ya sala 2018'an ji bo salekê taloq kir. Sedema taloqkirinê jî; sûcdariyên destavêtin û êrîşa zayendî ye.

Di daxuyaniya nivîskî ya Akademiya Swêdê de hate gotin, "Xwediyê Xelata Wêjeyî ya Nobelê ya 2018'an wê diyar bibe û bi xwediyê xelata 2019'an re bê eşkerekirin."

70 sal in cara yekemîn e ku tiştekî bi vî rengî dibe. Krîza li akademiyê meha Mijdarê der bûbû. 18 jin ji rojnameya Dagens Nyheterê re axivîbûn û gotibûn ku hevserê endama akademiyê helbestvan Katarîna Frostenson ê Fransayî Jean-Claûde Arnaûlt dest avêtiye wan û êrîşa zayendî li wan kiriye.

Akademiyê jî meha Mijdarê hemû têkiliyên xwe yên bi Arnaûlt re birî bû. Dozgeriya Stockholmê jî di nava meha Adarê de bi daxuyaniyekê rabihandibû ku ji ber kêmaniya delîlan lêpirsîna lê hatiye vekirin hatiye girtin.

Piştî ku ev sûcdarî hatin kirin, sekretera timî ya akademiyê jî di nav de 6 endamên akademiyê îstifa kiribûn.