Xelata Nobelê ya aboriyê dan Nordhaûs û Romer

Xelata Nobelê ya aboriyê ya sala 2018’an dan aborîzanên ji DYA’yê Wîllîam D. Nordhaûs û Paûl M. Romer.

Li gorî daxuyaniya Komîteya Nobelê ji ber ku guherandina avhewayê bi analîzên makro-ekonomîk ên ji bo dema dirêj kiriye yekWîllîam D. Norhaûs û ji ber ku pêşveçûnên teknolojîk bi analîzên makro-ekonomîk ên ji bo dema dirêj kiriye yek Paûl M. Romer hêjayî Xelata Nobelê ya aboriyê hatine dîtin.

Sala borî jî Xelata Nobelê ya di warê aboriyê de dabûn aborîzanê ji DYA’yê Rîchard H. Thaler.