Xebatkarên metroya Londonê ketin grevê

Personelên metroya li paytexta Îngilîstan Londonê, ji ber rakirina hin beşên kar, ji bo 24 saetan ketin grevê.

Greva li metroya Londonê, êvara Yekşemê saet di 18'an de dest pê kir. Piştî ku di mijara rakirina beşên kar û gîşeyên stasyonan de muzakereyên bi sendîkayan re bi ser neketin, grevê dest pê kir.

Bi grevê re stasyonên li navenda paytext Londonê hatin giritn. 

Li gorî her du sendîkayên baga grevê kirin, 900 qadên kar ên ji bo ewlekariya stasyonan gelekî girîng in hatine rakirin û pêşniyarên li ser girtina kadroyên nû têrker nînin.

Karkerên ketin grevê bi taybetî aciz in ku buroyên firotina biletan ên li stasyonan hatine rakirin û li şûna wan gîşeyên otomatîk hatine bicihkirin.

Rojane bi qasî 4.8 mîlyon kes bi rêya metroya Londonê diçin û tên.