Xebatkarên li Kendavê asê mabûn têne derxistin

Ji ber pandemiyê li gel ku karê wan ji dest çûbû jî bi sed hezaran Hindû asê mabûn û nikrabûn vegerin welatê xwe, tehliyekirina ji sed hezarî zêdetir Hîndû dest pê kir.

Bised hezaran Hindûyên ku di serî de li welatên Kendavê li gelek welatên cîhanê dixebitîn, ji ber Covîd-19'ê bêkar mabûn. Tenê li nav sînorên Mîrektiyên Ereb ên Yekbûyî (MEY) hijmara Hîndûyên ku bêkar man û nekarîn vegerin welatê xwe ji 200 hezarî zêdetir e.

Bi sed hezaran Hîndûyên li MEY'ê ku ev nêzî 2 mehan e bêkar mabûn û di şertên pir xirab de di karantînayê de bûn dest bi tehliyekirina wan hate kirin. Du bi hezaran kes hate teliyekirin.

Ji bo tehliyekirina Hindûyan li 12 welatan wê gelek seferên balafiran û keştiyan were kirin.