Xala 103. a bi Erdogan re navê wê hate bihîstin, hate rakirin

Li Elmanyayê, xala cezakirina heqareta li lîderên dewletên biyanî, ku bi dîmenê mîzaha li hemberî Erdogan kete rojevê, ji holê hate rakirin.

Adara 2016'an, komedyenê Elman Jan Bohmermann di qenala ZDF de dîmenekî ku henekê xwe bi Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan re dike weşand û Erdogan jî doz lê vekir. Parêzerên Erdogan doz spartin xala 103. a Qanûna Ceza ya Elman ku li ser heqareta li mezinên dewletên biyanî ye û xwestin Bohmermann were cezakirin.

Piştî lêpirsîna ku bi erêkirina Serokwezîra Elman Angela Merkel dest pê kir, hikum hate dayin ku hin beşên dîmenê Bohmermann were qedexekirin.

Xala 103. a Qanûna Ceza ku bû yek ji mijarên sala 2016'an li Elmanyayê gelekî li ser hate axaftin, duh bi rengekî fermî ji meriyetê hate rakirin.

Konseya Federal (Bûndesrat) ku organa herî bilind a parlamentê ye û eyalet lê tên temsîlkirin, daxuyaniyek weşand û got, "Ji destpêka sala 2018'an û pê ve heqareta li organ û rêveberên dewletên biyanî wê êdî neyê cezakirin."

Bi vî rengî xala ku 3 sal cezayê girtîgehê ferz dike, ji holê hate rakirin.