Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

WMO: Germa sala 2016'an li gorî sala 1880 bi 1,1 pileyî zêde bû

Li gorî daneyên ji aliyê Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê (WMO) ve hatin weşandin, ji sala 1880'û vir ve germa herî zêde di sala 2016'an de bû.

Hat ragihandin, germa hewayê ya sala 2016'an li gorî sala 1880'î bi 1,1 pileyî zêde bû. Li gorî sedsala 20'an jî bi 0,94 pileyî zêde bû. Li gorî sala 2015'an jî bi 0,07 pileyî zêde bû.

Sedemên guhertina avhewayê 'ji ber mirovan' weke yek ji sedemên zêdebûna germê tê nîşandan. Her wiha El Nîno ya li Okyanûsa Pasîfîk jî weke yek ji van bandoran tê nîşandan. Di daneyên WMO de tê destnîşankirin, belavkirina gaza serayê, ji El Nîno bêhtir bandorê li germê dike.

Tê zanîn, ji ber germa global, helîna qeşa li cemserên bakur û başûr zêde bûye. Tê texmînkirin, eger germa hewayê 2 pileyan di bin rêjeya sala 1880'î de neyê girtin, wê hemû qeşa bihelin û gelek welat û welatên li qiraxa deryayê zerarê bibînin.