WHO hişyarî da: Dibe ku DYE bibe navenda nû ya Koronayê

Rêxistina Tendirustiya Cihanê (WHO), hişyarî da ku li DYE’yê dibe hejmara kesên bi koronavîrûsê ketîn ji Ewropa yê derbas bike û bibe navenda nû ya Covîd-19 be.

WHO’yê di daxuyaniya xwe de da diyarkirin, wê pandemiya Covîd-19 di demek nêz de ji Ewropayê derbas bike û wê DYE bibe navenda nû ya şewba cîhanî.

Pandemiya ku di meha Kanûnê de li Çînê derketî li tevahiya cîhanê belav bû. Li gorî rewşa heyî parzemîna herî jê bandor bûyî Ewropaye, li DYE’yê jî bi lez belav dibe.

Berdevkê WHO’yê Margaret Harrîs got; “Tê dîtin ku li DYE’yê hejmara kesên ku bi nexweşiya koronavîrûsê ketin zêde dibe.”

Li gorî rapora şeva Duşemê ji aliyê WHO yê ve hatî dayîn, hejmara kesên bi vîrûsê ketîn û mirîn di nava 24 seatan de du qat bûye. Li gorî rewşa niha li DYE’yê 46 hezar û 548 kes bi nexweşiyê ketine û ji 400 kesan zêdetir jiyana xwe ji dest dane.

LI ÎTALYAYÊ HEJMARA MIRIYAN ZÊDE DIBE

Yek ji welatê herî zêde ji vîrûsa korona bandor bû Îtalya ye. Her diçe ji ber vîrûsê hejmara miriyan zêdetir dibe.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Parastina Sivîl ve hate parvekirin, piştî hejmara kêm a du rojan û şûnde di nava 24 saetên dawî de 743 kes mirn.

Li welat nêzî 700 hezar kes bi vîrûsê ketine, 6 hezar û 820 kes jî bi ber vîrûsê mirine. Herêma Lombardîa ya 4 hezar û 178 kesan lê mirî herêma Îtalyay ya di rêza yekem de ye.