WHO: Di hefteyekê de hejmara miriyan bû du qat

Rêxistina Tenduristiya Cihanê (WHO), fikarên xwe yê di derbarê bi lez belavbûna pandemiya koronavîrûsê de anî ziman û bal kişan ku di nava heftiyekê de hejmara miriyan bû du qat.

Midurê Giştiyê yê WHO’yê Tedros Adhanom Ghebreyesus got; “Li ser rêjeya belavbûn û zêdebûna bi lez ya enfeksiyonan di asta cihanî de di nava fikarên pir kûr de ne.”

Midurê Giştî yê WHO’yê got: “Hejmara miriyan li gorî ya heftiya berê du qat zêdetir bûye. Di rojên pêş de, wê bê dîtin 1 milyon kes bi vîrûsê ketine û wê hejmara miriyan bigehije 50 hezaran.”

Pandemiya Koronavîrûsa ku di meha Kanunê de li Çînê derketî heta niha li 180 welatan nêzî 43 hezar û 500 kes mirine. Bi gişti hejmara nexweşên koronavîrûsê yên hatî diyarkirin 877 hezar derbas kir.