Wezîrên tendirustî û maliyeyê yê hikumeta Johnson îstifa kirin

Li Îngilîzistanê baweriya bi hikumeta Borîs Johnson kêm dibe. Wezîrên Tenduristî û Maliyeyê ji hikumetê îstifa kirin. Partiya Çep ragihand ku Partiya Muxafazakar a li desthilatdariyê êdî gemarî bûye.

Serokwezîrê Îngilîzistanê Borîs Johnson, ku bi 'serxweşiya' xwe ya di dema Koronayê de li Îngilistanê bû cihê nîqaş û nerazîbûnan, niha jî bi mijareke din di rojevê de ye.

Johnson tê sûcdarkirin ku kesekî tawana destdirêjiyê li ser bû, di nava partiyê de kiriye rêveber.

Vê yekê kir ku 2 wezîrên hikumetê îstifa bikin. Wezîrê Tenduristiyê Sajîd Javîd û Wezîrê Maliyeyê Rîshî Sûnak diyar kirin ku êdî ew baweriya xwe bi Borîs Johnson naynin û li pey hev îstifa kirin.

Wezîrê Tenduristiyê Sajîd Javîd diyar kir ji bo îstîfaya xwe pêşkêşî Johnson bike bi wî re rûniştiye û got “ Ji bo min serbilindiyeke mezin bû ku, min ev peywir bi cih dianî lê ez dixwazim diyar bikim ku heke ez vê peywirê bidomînim wê wijdanê min ne rihet be.”

Piştî îstîfaya Javîd, Wezîrê Maliyeyê Rîshî Sûnak jî li ser twîtterê diyar kir wî jî îstîfa kiriye û got “Gel li bendê ye ku hikumet bi awayekî cîddî û rast were rêvebirin. Ez dizanim wê ev peywir, peywira min a dawîn a wezîrtiyê be lê ez bawer im wê hêja be mirov ji bo van standaran şer bike û ji ber vê ez îstîfa dikim.”

Îstifaya herdu wezîran li Îngilistanê hikumeta Johnson kir mijara nîqaşê.

Lîderê Partiya Karker Keîr Starmer diyar kir ku hikumet têk çûye û got, "Partiya Muxafazakar êdî gemarî bûye."

WEZÎRÊN NÛ: KURDEKÎ JI BEXDAYÊ BÛ WEZÎRÊ MALÎYEYÊ

Nimreya 10’an a Ofîsa Serokwezîriyê daxuyanî da û diyar kir Steve Barclay bûye Wezîrê Tendirustiyê û Nahdîm Zahavî yê ku berê Wezîrê Perwerdehiyê jî bûye Wezîrê Maliyeyê.

Nadhîm Zahavî Kurdekî ji Bexdayê ye û di sala 1967’an de ji dayik bûye.

Hate diyarkirin Mîchelle Donelan jî wê li şûna Nadhîm Zahavî bibe Wezîrê Perwerdehiyê.