Wezîrên berevaniyê yên Koalîsyonê 15'ê Sibatê dicivin

Wezîrên berevaniyê yên welatên endam ên Koalîsyona Navdewletî ya DAÎŞ'ê 15'ê Sibatê li Munîhê di konferanseke ewlehiyê ya herêmî de têne cem hev.

Jêdereke ku agahî dayî AFP'ê diyar kir wezîrên berevaniyê yên welatên endam ên koalîsyonê 15'ê Sibatê li Munîhê ya Elmanyayê wê werin cem hev.

Hate diyarkirin Wezîra Berevaniyê ya Fransaayê Florance Parly jî di konferansê de wê hazir be.

Beriya vê konferansê 6'ê Sibatê li Washîngtonê wezîrên karê derve yên welatên endam ên koalîsyonê wê li hev rûnin.

Di civînê de ku bi seroktiya Wezîra Karê Derve yê DYE'yê Mîke Pompeo pêk were, tê payin bi alîkariya ewlehiyê û aramiyê ya li qadê, bi hedefa ku çeteyên DAÎŞ'ê dîsa dernekeve holê, qonaxên piştre ên li Iraqê û Sûryê' wê were gotûbêjkirin. Ev daxuyanî ji hêla Wezareta Karê Derve ya DYE'yê ve hate kirin.