Wezîrê Yewnan Nîkos Dendîas: Tirkiye nikare ders bide Yewnanistan

Wezîrê Karê Derve yê Yewnanistan Nîkos Dendîas ê îro serdana Tirkiye kir û li gel Wezîrê Karê Derve yê Tirkiye Mevlut Çawîşoglû derketin pêşberî kamereyan. Dendîas ê di civînê de anî ziman ku Tirkiye di ti mijarê de nikare ders bide Yewnanistanê.

Di navbera Wezîrê Karê Derve yê Yewnanistanê Nîkos Dendîas û Wezîrê Karê Derve yê Tirkiye Mevlut Çawîşoglû de, di weşana zindî de alozî derket.

Di nava nelihevkirinên navbera Dendîas û Çawîşoglû de sînorê deryayê, koçberî, zextên Tirkiye li ser ‘kêmenetewan’ dike hebûn.

Armanca esasî ya hevdîtinan nirxandina pirsgirêkên di navbera Tirkiye û Yewnanistanê de bû.

Dendîas rexne li Tirkiye kir ku di mijara Behra Spî û Egeyê de û dîsa mijara koçberan a bi Yekîtiya Ewropayê re li gorî peymanan tevnagere û got: “Tirkiye nikare ders bide Yewnanistanê.”

Dendîas got: “Posîzsyona Yewnanistanê pir zelal e, cara yekê nîne ku Tirkiye di mijara peymana navneteweyî ya Behra Spî û Egeyê de mafê Yewnanistanê binpê dike. Tirkiye li ser xaka Yewnanistanê zêdetirî 400 carî firiyan e.”

 Li ser rexneyên Wezîrê Karê Derve yê Yewnanistanê Çawîşoglû jî got: “Me ti demê mijara koçberan li hemberî YE û Yewnanistanê bikar neaniye, polîtîkaya me di cih de bû.”

Çawîşoglû Yewnanistan bi cihêkariya misilmanên li welatê wan sûcdar kir.