Wezîrê Karên Hundir ê berê yê Gambiyayê li Swîsreyê hate binçavkirin

Wezîrê Karên Hundir ê berê yê Gambiyayê Oûsman Sonko, ku bi daxwaza penaberiya siyasî hatiye Swîsreyê, bi hinceta ku li dijî mirovahiyê sûc kiriye hate binçavkirin.

Serokdewletê Gambiyayê Yahya Jammeh, bi girtina biryara 'neterikandina wezîfeya Serokdewletê' navê xwe li cîhanê da bihîstin. Wezîrê Karên Hundir Oûsman Sonko, ku di dema serokatiya Jammeh de li ser kar bû, li Swîsreyê hate binçavkirin.

Sonko beriya niha bi 2 mehan li Swîsreyê serlêdana penaberiyê kir. Ji ber ku saziya civaka sivîl a navneteweyî (TRÎAL) ku li hemberî sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên şer ên li qada navneteweyî têdikoşe, doz li Sonko vekir. Di çarçoveya vê dozê de polîsê Bernê Sonko li bajarê Bern ê Swîsreyê binçav kir.

Dozgerê Kantona Bernê Amael Gschwînd daxuyaniyek da çapemeniyê û piştrast kir, ku Sonko hatiye binçavkirin. Hat ragihandin, Sonko wê ji ber sûcên li dijî mirovahiyê bê darizandin.