Wezîrê Karên Derve yê Fransayê serdana xwe ya Tehranê taloq kir

Serokkomariya Fransayê ragihand ku serdana Wezîrê Karên Derve ya ji bo Îranê hatiye taloqkirin.

Di daxuyaniya Qesra Elysêe de hat ragihandin, Serokkomar Emmanûel Macron û Serokkomarê Îranê Hasan Rohanî bi rêya telefonê li ser çalakiyên protestoyî yên li Îranê axivîne.

Di daxuyaniyê de hat gotin, Macron tirs û fikarên xwe yên ji ber bûyeran ji Rohanî re ragihandiye û jê xwestiye ku hurmet ji azadiya xwepêşandanê re bê nîşandan. Li gorî daxuyaniya Elysêe, Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drîan wê wroja Înê biçûya Tehranê, lê belê ev serdan ji bo demeke nediyar hatiye taloqkirin.

Di nûçeyên medya Îranê de jî hat ragihandin ku Rohanî ji Macron xwestiye ku li dijî rêxistina Mucahîtên Gel bikeve nava tevgerê. Hat îdîakirin ku Rohanî gotiye, rêxistina 'di lîsteya rêxistinên terorîst' de ye li Fransayê bi hêsanî tevdigere û di xwepêşandanên protestoyî yên Îranê de şîdetê bi kar tîne.

Rêveberiya Îranê, li şûna ku li rejîma zordar bipirse, îdîa kiribû ku xwepêşandan bi tevdana 'hêzên derve' tên kirin.