Wezîrê Ûkraynayî: Moskowayê bi rengekî eşkere bi tunekirinê gef xwar

Wezîrê Karên Derve yê Ûkraynayê Dmitro Kuleba îdîa kir ku Moskowayê bi rengekî eşkere bi tunekirinê gef li Ûkraynayê xwariye.

Wezîrê Karên Derve yê Ûkraynayê Dmitro Kuleba li gel wezîrên karên derve yên wê welatên Baltik ên ji bo piştgiriyê hatin Kîevê daxuyaniyek da çapemeniyê û got, "Bi rengekî eşkere bi şer û tunekirina dewleta Ûkraynayê gef xwarin."

Li gel şerê li qadê, her wiha dîplomasiya li ser Donbassê xurt dibe. Moskowa û welatên rojavayî careke din li ber hev rabûn.

Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Antony Blinken 14'ê Nîsanê roja Çarşemê li Brukselê li NATO'yê civîneke çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku ji ber liv û tevgera leşkerên Rûs ên li ser sînorê Ûkraynayê ew bi fikar in û banga kêmkirina rageşiyê kir.

Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg jî piştgiriya 'xurt' a ji bo Ûkraynayê eşkere kir. Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel û Serokê DYE'yê Joe Biden jî bang li Rûsyayê kirin ku hebûna xwe ya leşkerî ya li ser sînor kêm bike. Herdu lîder, şerê li herêma Donbassê û zêdekirina hejmara leşkerên Rûs ên li herêmê bi hev ve girêdayî dibînin.

Di bombardûmana hêzên alîgirê Rûs de pêr leşkerekî Ûkraynayê hatibû kuştin.

NATO her çend piştgiriya Ûkraynayê dike jî naxwaze dakeve qada şer. Çavkaniyên dîplomatîk dibêjin, "Di navbera tundî û aqlêselîm de li hevsengiyekê digerin."

Serokwezîrê Ûkraynayê Volodimir Zelenski jî dixwaze plana çalakiyê ya ji bo endametiya NATO'yê bê destpêkirin. Ji sala 2008'an ve perspektîfeke bi vî rengî di rojevê de ye, lê belê endamên NATO'yê li ser vê mijarê hîn li hev nekirine. Bi taybetî Fransa, Elmanya û Îtalya bi rengekî sar nêzî vê berfirehbûnê dibin.