Wezîra Karê Derve ya Swêd Lînde:Divê li gorî pîvanên navneteweyî tevger bikin!

Wezîra Karê Derve ya Swêdê Anna Lînde, bersiva pêşnûmepirseke ya li ser oparasyonên leşkerî yên li Başûrê Kurdistanê û qetilkirina 3 sivîlan a li Mexmûrê, da.

Parlementera Sosyalîst Amîneh Kakabaveh li ser operasyonên leşkerî yên li Başûrê Kurdistanê û dîsa qetilkirina 3 sivîlan a li Kampa Mexmûrê pêşnûmepirsek biribû rojeva parlementoyê.

Kakabaveh di pêşnûmeyê de banga Neteweyên Yekbûyî ya di dema berbelavbûna vîrûsa Koronayê li welatên şer lê hene û dîsa divê ew welat şer bidin rawestandin û li gorî agirbestê tev bigerin, bibîr xistibû.

Kakabaveh anî ziman ku tevî banga Neteweyên Yekbûyî Tirkiye êrîşên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê didomîne û li Kampa Mexmûrê jî 3 jin jiyana xwe ji dest dane bibîr xist û daxwaz ji Wezîra Karê Derve ya Swêdê Ann Lînde kiribû ku divê Swêd êrîşa li ser Mexmûrê şermezar bike mijarê li Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî nîqaş bikin.

Lînde ya bersiva pêşnûmepirsê da, diyar kir ku xirabûna têkiliyên dewleta Tirk ya hem li hundir û hem li derve ya li gel komên Kurd pir fikaran bi xwe re tîne.

Lînde destnîşan kir ku gelek caran bi xwe daxwaz kiriye ku li Tirkiyeyê pêvajoyeke aştiyê ya ku dorfireh û bi bawer pêk were ji nû ve destpê bike û got: “Ev yek wê ne tenê ji bo Tirkiyeyê heman dermê wê ji bo hemû herêmê rê li ber pêşketinên mezin veke.”

Lînde diyar kir ku helwesta Swêdê di hevdîtinên du alî yên li gel Tirkiyeyê de û dîsa di dema diyalogên Yekîtiya Ewropa ya li gel Tirkiyeyê de jî xistine rojevê û wiha pêde çû:

“Di demê dawî de Iraqê ji şer gelek zirar dîtin, ji aloziyên li herêmê zêde dibin aramniya herêmê nerênî bandor kir. Rewşa ewlekariya Iraqê hê jî di astekî mezin de li ber şikestinê ye. Di rewşên wiha de alî ji tevgerên rê li ber bilindbûna aloziyan veke divê birevin. Divê hemû welat rêz ji serxwebûna Iraqê û li gorî hiqûqa navneteweyî tevger bike. Ev ji bo Tirkiyeyê jî derbasdar e.

Lînde piştî ku bal kişand ser daxwaz ji hiqûqa mirovî ya navneteweyî kiriye ku divê sivîl ji encamên şer bên parastin û got: “Di şerê bi çek de divê alî tenê berê xwe bidin hedefên leşkerî. Divê li gorî rêgez û pîvanan tevger bikin.

Herî dawî Lînde anî ziman ku Swîsre raman û daxwaza li gorî pîvanan tevgerîn ji bo Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî ragihandiye û wê tim jî vê yekê bidomîne.