Wezareta Parastinê ya Elman dixwaze leşker li Iraqê bimînin

Wezîra Parastinê ya Elmanyayê Annegret Kramp-Karrenbaûer ragihand ku ew dixwazin leşkerên Elman li Iraqê bimînin.

Piştî ku DYE roja 2’ê Çileyê li Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê Fermandarê Hêza Qudsê ya Zêrevanên Şoreşa Îranê Qasim Silêmanî û Fermandarê Heşdî Şabî Ebû Mehdî el Mihendis kuşt, li beramberî aloziya li Iraqê têkildarî hebûna leşkerên Elman ku li Iraqê erkdar in, nîqaşan dest pê kir.

Ji partiyên mûxalefetê Partiya Keskan bang li hikûmeta Merkel kirin ku demildest leşkerên Elman ji Iraqê vekişînin.

Wezîra Parastinê ya Elmanyayê Annegret Kramp-Karrenbaûer got ku ew dixwazin leşkerên Elman li herêmê bimînin. Kramp-Karrenbaûer diyar kir ku ew naxwazin Iraqê di nava kaosê de bi tenê bihêlin û wiha domand; “Divê tu caran destûr neyê dayîn ku Iraq bikeve bin kontrola hêzên zêde. Girîng e ku têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê bêyî ku navber were dayîn bidome.”

Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê sala 2015’an êrîşî Fransayê kir Elmanya bi awayekî aktîv beşdarî koalîsyona têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê bû. Niha li Başûrê Kurdistanê, Iraq û Urdunê bi giştî 415 leşkerên Elman hene.

Li nêzî bajarê Hewlêr yê Başûrê Kurdistanê 90 leşkerên Elman, li Bexdayê jî 27 leşkerên Elman ji bo perwerdekirina leşkerên Iraqê kar dikin. Piştî ku DYE fermandarê Îranî Qasim Silêmanî kuşt ev perwerde hate rawestandin.