Weqfa Demokrasiyê ya Abdullah Ocalan tê avakirin

Di konferansa roja Înê de ya li Kamara Lordan a Kraliyeta Yekbûyî, biryar hate dayin ku Weqfa Demokrasiyê ya Abdullah Ocalan bê avakirin.

Di salvegera 20'an a komploya navneteweyî de ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Baskê Jorîn ê Parlamenta Kraliyeta Yekbûyî, li Kamaraya Lordan bi navê 'Çareseriya Krîza Rojhilata Navîn: Ramanên Abdullah Ocalan' bi tevlêbûna gelek siyasetmedar, akademîsyen, aktîvîst û nûçegihanan konferansek hate çêkirin. Di nav qisekeran de endamê Kamaraya Lordan Maurîce Glassman, parlamenterê Sînn Feîn Chrîs Hazzard, parlamenterê HDP'ê Hişyar Ozsoy, Profesor Davîd Greaber, Profesorê Elman Udo Steîncbach, siyasetmedarê ji Efrîkaya Başûr Ebrahîm Îsmaîl Ebrahîm, Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed û ji parêzerên Ocalan Îbrahîm Bîlmez hazir bûn.

Di konferansê de biryar hate dayin ku Weqfa Demokrasiyê ya Abdulllah Ocalan bê avakirin û karên bi vê armancê dest pê kirin. Di nav xebatên weqfê de sendîkayên ku kampanyaya Ji Ocalan re Azadî bi rê ve dibin jî wê hebin. Her wiha endamên Kamaraya Lordan, parlamenter û akademîsyen wê di nav vê xebatê de cih bigirin. Weqfa Abdullah Ocalan, ku tê payin mehên pêşiya me were avakirin, wê ji bo berbelavkirina fikrên Ocalan bixebite.

Di konferansê de ya bi navê, 'Çareseriya Krîza Rojhilata Navîn: Ramanên Abdullah Ocalan', mijarên Konfederalîzma Demokratîk, krîza netewe-dewletiyê ya li Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê, dijberiya dewleta Tirk a li Kurdên Tirkiyeyê û Sûriyeyê û Pergala Êşkenceyê ya Îmraliyê hatibûn gotûbêjkirin.