Wekîlên Îranî dixwazin heywanên kedî bêne qedexekirin

Ji çar parên wekîlên li parlamenta Îranê parek jê îdîa kir ku heywanên kedî "pirsgirêkeke mezin e ji bo jiyana civakî" û xwest, ku bên qedexekirin.

75 parlamenteran rojên derbasbûyî îdîa kirin ku heywanên kedîkirî "pirsgirêkeke civakî ya hilweşîner" e û bi sernavê "Li dijî heywanên metirsîdar û bi zerar, piştgiriya ji bo mafên civakî" metnek îmze kirin.

Wekîlên ku mohra xwe danîne binê metnê îdîa dikin ku ev fenomen wê "Têkliliyên malbat û mirovan bi têkiliyên hestewarî yên bi heywanan re biguhere" û bi vî rengî "Rêbaza jiyanê ya Îslamî û Îranê gav bi gav biguherîne."

Bi vê pêşnûmeyê tê xwestin ku "heywanên kovî, egzotîk, bi zerar û metirsîdar divê xwedîkirina wan, yan jî kirîn an jî firotina wan, her wiha bi xwe re gerandina wan çi bi peyatî çi jî bi wesayitê, xwedîkirina wan li malê divê bê qedexekirin."

Di vê der barê de lîsteyek jî hate amadekirin. Heywanên "tîmseh, req, mar, marmarok, pisîk, mişk, kîvroşk, kûçik û heywanên 'heram' (Li gorî baweriya misilmanan) û meymûn" hehen. Di hiqûqa misilmanan de hem kûçik hem jî beraz 'heram' tê qebûlkirin.

Her wiha tê xwestin, ku yên vê qanûnê binpê bike, ya heywanê wan bê desteserkirin yan jî (87 euro) ji 10 heta 30 qatî zêdekir mûçeyê karekî kêmtirîn cezayê pereyan lê bê birîn.

Lê belê qanûna ku hate pêşniyarkirin di çapemeniyê de bû mijara rexneyê, li medya dîjîtal jî mirovan henekê xwe pê kirin.