Volkan teqiya: 25 kes mirin
Li Guatemalayê Volkana Fuego teqiya. 25 kes ji ber teqîna volkan jiyana xwe ji dest dan.
Li Guatemalayê Volkana Fuego teqiya. 25 kes ji ber teqîna volkan jiyana xwe ji dest dan.
Li Guatemalayê ku yek ji welatên Latîn Amerîkayê ye, volkana Fuego ku bi 40 kîlometreyî li başûrê rojava yê paytexta Guatemala City ye, teqiya. Kevir, dû û xwelî ji devê volkan fûriya.
Saziya Rêveberiya Karesatê ya Neteweyî ragihand, lava ji devê volkan herikî gihîşt gundê El Rodeo, hemû malên li gund da ber xwe û mirovên di xaniyan de şewitand.
Balafirgeha La Aurora ya li Guatemala Cityê ji ber xewliya li ezmên belav bû, hate girtin.
Serokkomar Jimmy Morales diyar kir, plana rewşa lezgîn a neteweyî hatiye ragihandin û bi cih tê anîn. Morales got, "Em di wê baweriyê de ne ku herî kêm 3 herêm xera bûne."
Li gorî pisporan, teqîna vê carê ya volkan ji sala 1974'an û vir ve ya herî mezin e.