Vîrûsa Korona: Bi dehan bajarên Çînê di karantînayê de ne

Ji ber vîrûsa Korona yekemcar mirovekî li derveyî Çînê jiyana xwe ji dest da. Her wiha bajarê Wenzhoû ku bi 800 kîlometreyî dûrî bajarê Wûhaê ye ku vîrûs lê derketibû holê, xistin karantînayê.

Rayedaran doh ragihandin ku kesê yekemîn ê ji ber vîrûsê li derveyî Çînê jiyana xwe ji dest da, li Fîlîpînan jiyana xwe ji dest da.

Li Çînê heta niha zêdeyî 300 kes ji ber vîrûsa Korona jiyana xwe ji dest dan. Bajarê Wenzhû ku bi 800 kîlometreyî dûrî navenda vîrûsê Wûhanê ye, xistin karantînayê.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê diyar kir ku yekemîn kesê li derveyî Çînê ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest da, li Fîlîpînê bû. Hate ragihandin ku kesê navborî ji bajarê Wûhan ê Çînê bû.

Li gelemperiya cîhanê gelek welatan deriyê xwe li veguhastina komî ya ji Çînê girtin. Ji ber vîrûsa ku mirov ji hev pê dikevin heta niha 14 hezar li 24 welatan bi vîrûsê ketine.

DYE, Awûstralya, Zelanda Nû, Iraq û Îsraîlê deriyên xwe li mirovên ji Çînê tên girtin.

Mogolistan, Rûsya, Nepalê jî sînorên xwe yên bi Çînê re girtin. Papûa Nû Gîne jî ji roja Çarşemê ve deriyên xwe li Çînê girtiye.

Fîlîpînê jî ku kesekî jiyana xwe ji dest da deriyên xwe hemû li rêwiyên ji Çînê girt.

Brîtanya, Rûsya û Swêdê jî ragihandin ku dawiya hefteyê hin kes bi vîrûsê ketine.

Îtalya û Cezayîr ji bo welatiyên xwe yên li Çînê bînin dixebitin.