Vîrûs li Şerîda Xezayê belav bibe wê encamên xwe giran be!

Pandemiya Covîd-19 ku li cîhanê belav dibe, fikar hene li Şerîda Xezayê bandoreke gelekî giran bike.

Herêma Şerîda Xezayê ya Filistinê ji ber ambargoya giran a Îsraîlê di rewşeke zor û zehmet de ye. Li qada ji 360 kîlometreçargoşeyî ya Şerîda Xezayê zêdeyî 2 milyon mirov hene. Piraniya wan jî tenê bi alîkariya însanî ya navneteweyî dikarin bijîn. Şerîda Xezayê li dinyayê ew herêm e ku nifûsa xwe herî zêde ye.

Ji sala 2007'an ve ambargo li ser Xezayê heye û ji deriyê Refahê yê ber bi Misrê ve jî ji sala 2018'an ve destûr tê dayin ku mirov derbas bibin.

DU NEXWEŞ HATIN TESPÎTKIRIN; NETEWEYÊN YEKBÛYÎ BI FIKAR E

Vîrûsa Covîd-19 ku li tevahiya cîhanê belav dibe û milyarek mirov ji ber vê yekê neçar in li malê bimînin, fikar hene ku li Xezayê jî belav bibe.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ku herêmê kontrol dike, du kesên 30 û 40 salî yên ji Pakistanê hatin bi vîrûsa Covîd-19 ne.

Wezaretê diyar kir ku her du kes yekser xistin karantînayê û nekarî bi kesekî re têkiliyê deynin.

Neteweyên Yekbûyî ji vê rewşê bi fikar e. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî (WHO) ragihand ku wan heyetek şandine Xezayê.

Bi belavbûna vîrûsê re rayedarên WHO'yê bal kişandibûn ser metirsiyeke gengaz li Şerîda Xezayê. Rayedaran hişyarî dabûn ku ji ber nifûsa zêde, xizanî û nebûna sîstema tenduristiyê Covîd-19 dikare rê li ber encameke gelekî giran û hilweşîner veke.

HEZAR ODEYÊN KARANTÎNAYÊ

Li aliyê din Hamasê ragihand ku li hemberî gengaziya belavbûna vîrûsê wan gelek odeyên karantînayê amade kiğrine. Di rewşa heyî de li gel navendeke karantînayê her wiha hezar odeyên karantînayê hatine amadekirin.