Venezûelayê ji DYA xwest lêborînê bixwaze

Aloziya navbera Venezûela û DYA, ku piştî danekirinên li ser Alîkarê Serokdewletê Venezûelayê Tarek el Aîssamî hat ferzkirin dest pê kir, didome. Serokdewlet Madûro ji DYA xwest, ku ji ber sûcdariya bazirganiya narkotîkê, lêborînê bixwaze.

Hatibû îdîakirin ku Alîkarê Serokdewletê Venezûelayê û yek ji navên girîng ên Partiya Sosyalîst a Yekbûyî (PSUV) Tareck El Aîssamî bazirganiya narkotîkê organîze kiriye. Ofîsa Kontrolê ya Hebûneyên Biyaniyan a Wezareta Xezîneyê ya DYA (OFAC) daxuyaniyeke nivîskî weşand û îdîa kir, ku El Aîssamî, bi kontrolkirina balafirgehek û bendergehên li Venezûelayê re, navbeynkariyê ji sewqiyata madeyên narkotîkê dike.

Wezareta Xezîneyê ya DYA da xuyakirin, ku Samark Jose Lopez Bello ku weke 'destê rastê' Yê Tareck El Aîsamî bi nav dike û 13 şîrket xistine nava lîsteya yên danekirin li ser wan hatiye ferzkirin. Hatibû îdîakirin, ku pênc ji şîrketên pereyê reş ê ji narkotîkê tê bi destxistin, li eyaleta Florîdayê spî dikin.

Tarck El Aîssamî îdîayên DYA bi zimanekî tund şermezar kir. Piştre lîderê Venezûelayê Nîcolas Madûro daxuyaniyek da û got, "Ev yek êrîşeke ku wê Venezûela bersivê bide". Madûro ragihand, ku wî ferman daye Wezareta Karên Derve ku nameyeke protestoyî bişîne ji DYA re û ji DYA xwest, lêborînê ji El Aîssamî bixwaze.