Venezuela: Em hazir in ku bi NY’yê re hevkariyê bikin

Wezîrê Karê Derve yê Venezuelayê Jorge Arreaza got ew amade ne ku bi NY’yê re li ser mafê mirovan ‘hevkariyeke bêkêmasî’ bikin.

Wezîrê Venezuelayê ji berk u Serokkomarê berê yê Şiliyê Mîchelle Bachelet hate ser Komîseriya Mafê Mirovan a Neteweyêk Yekbûyî, kêfxweşiya xwe nîşan da û got, ‘’Konseya Mafê Mirovan û Komîseriya Bilind, dikarin bi hevkariya bêkêmasî ya hikûmeta Komara Bolîvar a Venezuelayê û Serokkomar Nîcolas Maduro, bawer bin.’’

Arreaza li ber dîplomatên li Konseya Mafê Mirovan a NY’yê ya li Cinêvê ev axaftin kir.

Bachelet 1’ê Îlonê hate ser Komîseriya Mafê Mirovan a NY’yê. Antonîo Guterres, Sekreterê Giştî yê NY’yê Bachelet danî şûna Zeîd Raad El Huseyinê Urdunî. Huseyîn dihate sûcdarkirin ku li ber rêveberên cîhanê pir rexneyan dîne û ber bi lihevkirinê ve nayê.

Têkiliya Venezuelayê û Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan a NY’yê ne baş bû.

Komîserê berê Huseyîn ji ber sedema ku hêzên ewlehiyê yên Venezuleyê li dijî çalakgeran pir tund tevgeriyabûn Îlona 2017’an doza lêpirsînê kiribû lê ev daxwaz bi cih nehatibû.

Bûroya El Huseyîn derbarê rewşa Venezuleayê rapor weşand lê Komîseriya Bilind ti caran ji bo ku biçe qadê û lêkolînê bike ji rayedaran destûr nexwestibû.

Arreaza Duşemê bi Bachelet re rûnişt, got, ji ber ku Bachelet hatiye ser kar, ‘di hevkariyê de ev gaveke nû ye’. Arraeza got, ‘’Em deftera 4 salên dawî digirin’’.

Wezîr ji nûçegihanan re got ew ê di cih de Bachelet venexwînin welêt  û domand, ‘’Divê em bi hev bawer bin. Dema ku qenalên nû yên têkiliyê hatin danîn, wê têkiliyên me baştir bibin.’’