UNICEF: 8 milyon zarok dibe ku ji nêza bimirin

Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ku derdora 8 milyon zarokên 5 salî û jê biçûktir, dibe ku ji nêza bimirin.

Zarokên ku rîska herî giran li ser wan heye, li 15 welatan e ku xurek lê kêm e. Afganistan, Etiyopya, Haîtî û Yemen ji van welatan e.

UNICEF'ê diyar kir ku ji bo van welatan pêwîstî bi alîkariya xurekê ya lezgîn û alîkariya tibî heye û ragihand ku hejmara zarokên metirsî li ser wan heye, her kêlî zêde dibe.

UNICEF'ê weke yek ji pirsgirêkên sedema vê rewşê jî zêdebûna buhayê xurekê yê ji ber şerê Ûkraynayê nîşan da. Her wiha germahiya global, ziwatî û bandora şewba Covîd-19 jî weke çend ji van sedeman hatin diyarkirin.

Di daxuyaniya UNICEF'ê de ji welatên G7 alîkariya bi 1.2 milyar dolarî hate xwestin, ku li van welatan bê kirin.