UNÎCEF:Zarokên xwekuj ên Boko Haram li gorî berê 4 caran zêde bûn
Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNÎCEF) diyar kir ku çeteyên Boko Haram ên ku li Nîjeryayê komkujiyan dikin her ku diçin zêdetir zarokan bi kar tînin.
Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNÎCEF) diyar kir ku çeteyên Boko Haram ên ku li Nîjeryayê komkujiyan dikin her ku diçin zêdetir zarokan bi kar tînin.
UNÎCEF’ê bi daxuyaniyekê got, çeteyên Boko Haram zarokan dike xwekuj.
Di daxuyaniyê de hate gotin, îsal hejmara zarokên ku kirine xwekuj û piraniya wan keç in, li gorî 2016'an 4 caran zêde bûne. Li gorî vê îsal 87 caran êrîşên xwekuj çêbûne û ji van 15 jê zarok in.
UNÎCEF'ê got, 'barbarî' ye ku zarokan bikin xwekuj û diyar kir zarok ne kiryar in, lê qurban in.
Ji ber êrîşên çeteyan ku diyar kirin ew rajêrî çeteyên DAIŞ’ê ne, li rojhilatê bakur ê Nîjeryayê 20 hezar kes hatine kuştin. Di şerê dijî çeteyan de 1,7 milyon Nîjeryayî neçar man ku xaka xwe biterikînin.