UEFA   wê lêpirsîna slava nîjatperest a tîma Tirk bike

Lîstikvanên gokê yê tîma millî ya Tirk piştî serkeftiya lîstikê ya bi Ernawitê re bi slava leşkerî êrîşa dagirker a nîjatperest a li ser Kurdan slav kir. UEFA wê lêpirsîna vê slavê bike.

Rayedarekî Federasyona Fitbolê ya Ewropayê diyar kir wê lêpirsîna slava lîstikanên tîma millî bikin, ku leşkerên Tirk slav kiribûn.

Berpirsê Çapemeniyê yê UEFA'yê Phîlîp Townsend ku ji ajansa Ansa ya Italî re axivî got, ''Min bixwe ti tevgereke ku mîna provakasyonekê bibînim, nedît''.

Townsend got, ''Rêgez li gorî siyaset û dîn têne qedexekirin? Belê û ez mîsoger dikim em ê lêpirsîna vê bikin.''