Tûrîzma Navnetewî li bin da: Zirar wê 1 trîlyonî derbas bike

Sînordarkirinên ku di çarçoveya tedbîrên şewbê ya li ser asta giştî cîhanê de tên girtin, herî zêde li sektora tûrîzmê da. Fikar heye ku biqasî 120 mîlyon kes bêkar bimîne.

Li gorî daxuyaniya Rêxistina Cîhanî ya Tûrîzmê (RCT) ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) ku navenda wê li paytexta Îspanya Madrîdê ye, herî zêde sektora tûrîzma navnetewî ji şewba Covîd-19 ya ku hê jî didome bandor bûye.

Li gorî RCT’ê tenê di pêvajoya di navbera meha Çile-Gulan a îsal de li tevahiya cîhanê li gorî heman pêvajoya tûrîzma ji derve ya par ji sedî 56 daketiye. Li gorî sala em tê re derbas dibin tê wateya ku 300 mîlyon tûrîstên din kêm bûne.

Bi taybetî tevî ku tûrîzma li welatên nîvgira Bakurê erdê geş dibe jî lê endeksa baweriyê ya di sektora tûrîzmê bi qasî ku rêjeya wê di ti dîrokê ewqasî neketiye de ye.

ZIRARA EKONOMÎK 320 MÎLYON DOLAR E

Li gorî heman daneyan li gorî 5 mehên destpêkê ya sala bihorî, îsal jî herî kêm 320 mîlyon dolar zirarek ekonomîk çêbûye. RCT’ê balkêşande ser zirara çêbûyî û diyar kir ku li gorî krîza cîhanî ya ekonomîk a sala 2009’an sê qat zêde bûye.

BI QASÎ 120 MÎLYONÎ ÇÊBÛNA BÊKARIYÊ

Ketina dijwar ya di tûrîzma cîhanî de çêbûyî di aliyê hawîrdor û avûhewayê de her çiqasî encamên erênî jî bi xwe re bîne jî lê ji aliyê ekonomîk ve encamên giran vê bi xwe re bîne.

Li gorî RCT’ê kêmbûna asta geştûguzarên bi giştî 1.7 mîlyar tûrîstî yên welatên mîna Çîn û DYE ku li cîhanê herî zêde ew tûrîstan dişînin welatan vê kirîzê hê bêhtir mezin bike. Encax ew welatane tenê ji beşek ya wê zirarê berpirsiyarin.

Texmînên RCT ew e ku ji ber daketina îsal bi giştî di tevahiya cîhanê vê bibe sedemê bêkarmayîna 120 kesên ku raste rast girêdayî sektora tûrîzmê kar dikin.

Texmînên RCT’ê yên destpêka meha Gulanê ev bû ku di sala 2020’an bi giştî wê hejmara tûrîstan di navbera ji sedî 60 heya 80’î dakeve. Li gorî wê bi giştî zirara ekonomîk di navbera 910 mîlyar heya 1.2 trîlyon dolar be. Ew yek bi awayek rasterast tê wateya bêkarmayîna 100-120 mîlyon kesî.