Trûmp wezîrê edaletê ji wezîfeyê girt

Serokê DYA'yê Donald Trûmp Wezîrê Edaletê Jeff Sessîons ji wezîfeyê girt ku Sessîsons jiwezîfegirtina dozgerê taybet ê îdîayên li ser destwerdana li hilbijartinên 2016'an lêpirsîn dike, red kir.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trûmp bi rêya hesabê xwe yê Twîtterê ragihand ku wî Wezîrê Edaletê Jeff Sessîons ji wezîfeyê girtiye.

Trûmp diyar kir, Dîrektorê Kabîneyê yê Wezareta Edaletê Matthew Whîtaker xistiye şûna Sessîons.

Jeff Sessîons kesê destpêkê bû ku dema Donald Trûmp sala 2015'an ji bo serokatiyê namzetiya xwe eşkere kir, destek da wî.

Îsal ji ber nîqaşên li ser dozgerê taybet ê FBI'yê Robert Mueller bala her kesî li ser Sessîons bû.

Robert Mueller îdîayên li ser destwerdana Rûsyayê li hilbijartina 2016'an lêpirsîn dike. Trûmp xwestibû Mueller ji wezîfeyê were girtin, lê Jeff Sessîons ev yek red kiribû. Trûmp bi rengekî tund ev helwesta Sessîons rexne kiribû.