Trûmp ûltîmatoma li ser Çînê rakir

Serokê DYE'yê Donald Trûmp, ji bo zêdekirina baca gumrukê ya li ser Çînê heta 1'ê Adarê wext dabû. Trûmp diyar kir ku di hevdîtinên navbera her du welatan de 'pêşketin' heye û bi vê yekê re dema eşkere kirbû, betal kir.

Pênc roj beriya dema ku DYE'yê dabû Çînê tijî bibe, Trûmp daxuyaniyek da û diyar kir ku di bazirganiya navbera her du welatan de pêşketin çêbûye û ûltîmatoma 1'ê Adarê rakir.

Trûmp bi rêya twîtterê daxuyanî da û got, "Li ser parastina milkiyeta entelektuel, transfera teknolojiyê, çandinî, xizmet, kirîn firotin û gelek pirsgirêkên din ên bingehîn de pêşketineke berbiçav çêbûye."

Serokê DYE'yê got, "Di encama vê yekê de, ez ê zêdekirina mafê gumrukê ku heta 1'ê Adarê hatibû destnîşankirin, taloq bikim."

Daxuyaniyeke bi heman rengî ji aliyê rêveberiya Pekînê ve hate dayin. Li gorî Ajansa Nûçeyan a Çînê ya Nû, rêveberiya Çînê jî diyar kir ku di mijarên Trûmp bal kişande ser wan de 'pêşketineke berbiçav' heye.

Trûmp di daxuyaniya xwe de ji bo dema nû tiştek negot.