Trûmp û Pûtîn alîgirê pêvajoya aştiyê ya NY a ji bo Sûriyeyê ne

Hat ragihandin, serokên DYA û Rûsyayê li ser 'pêvajoya aştiyê' ya li Sûriyeyê ku bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî (NY) tê meşandin, axivîne.

Li gorî daxuyaniya Qesra Spî, Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Donald Trûmp û lîderê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn zêdeyî saetekê bi rêya telefonê li ser mijarên; Sûriye, Ûkrayna û Koreya Bakur axivîne.

Hat ragihandin ku di axaftinê de, girîngiya pêvajoya aştiyê ya bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî (NY) hatiye destnîşankirin û têkoşîna li dijî komên çete DAIŞ û yên mîna wê hatine nirxandin. Hat gotin, Trûpm û Pûtîn li hev kirine ku di mijara têkoşîna dijî van çeteyan de rê û rêbazên nû yên hevkariyê peyda bikin.

Di dewama daxuyaniyê de agahî hate dayin, ku her du lîder her wiha li ser mijara Ûkraynayê ku hin ji bajarên rojhilatê wê di destê komên alîgirê Rûsyayê de ne û zexta li ser bernameya nukleerî ya Koreya Bakur rawestiyane.