Trûmp: Servîsên îstîxbaratê di warê Îranê de saf û neheq in

Serokê DYE’yê Donald Trûmp diyar kir ku servîsên îstîxbaratê di warê Îranê de saf û neheq in.

Serokê DYE’yê Donald Trûmp li ser twîtterê daxuyanî da û got ku, “Dema ku ez bûm serok, Îranê li Rojhilata Navîn problem ava dikir. Ji roja ku me xwe ji peymana nukleer bi Îranê re vekişandiye, potansiyela xetereyê hê jî bi wan re heye. Em baweriyê bi Îranê neynin. Belkî jî divê serwîsên îstîxbaratê dîsa vegerin dibistanên xwe.”

Serwîsên îstîxbaratê yên DYE’yê encameke li dijî yên Trûmp pêşkêş kir.

Şefên îstîxbaratê di rapora xwe ya salane de diyar kirin ku DAÎŞ vegeriyaye ser ‘şerê gerîla’ û amadekariyên êrîşan dike.

Li gorî CIA’yê Îran hê jî li gorî qewlên peymana nukleerê tevdigere. Di raporan de tê diyarkirin sedema ku ew ê Îran xwe nêzî peymanê neke jî ew ê ambargoya DYE’yê be.