Trûmp: Sekinandina nukleerê ew ê gelekî zû dest pê bike

Di navbera serokê DYA’yê Donald Trûmp û serokê Koreya Bakur Kîm Jong-ûn de civîneke dîrokî hate kirin. Trûmp diyar kir ku ew ê sekinandina xebatên nukleerê gelekî zû dest pê bike.

Serokê DYA’yê Donald Trûmp û serokê Koreya Bakur Kîm Jong-ûn de li Sîngapûrê bi hev re civiyan.

DYA û Koreya Bakur ji sala 1950-1953’an dijminê hev in. Heta niha tu serokên DYA û yên Koreya Bakur bi telefonê yan jî rû bi rû qet bi hev re neaxivîne.

Hevdîtina li Sîngapûrê bi qasî 45 deqîqeyan domiya. Mijara sereke sekinandina xebatên nukleerê yên li Koreya Bakur bû.

Trûmp û Kîm Jong-ûn peymanek îmze kirin. Serokê Koreya Bakur diyar kir ku ev civîneke dîrokî ye. Jong-ûn got “Ji bo serdemeke nû, me biryar da ku em belgeyê îmze bikin. Em ê guherînên mezin bibînin, me rabirdû li pişt xwe hişt. Ji ber organîzekirina vê civînê, ez Trûmp spas dikim.”

Trûmp jî diyar kir ku sekinandina xebatên nukleerê yên li Koreya Bakur ew ê gelekî zû dest pê bike. Trûmp got ku, “Em ê vê pêvajoyê gelekî zû bidin destpêkirin.”