Trûmp: Rûsya di mijara Koreya Bakur de nabe alîkar

Serokê DYA Donald Trûmp diyar kir ku Koreya Bakur bi saya Rûsyayê pêkanînên navneteweyî yên ji ber bernameya xwe ya nuklerî lê tên ferzkirin pûç kiriye.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Donald Trûmp bi bîr xist, ku ji ber bernameya nukleerî û ceribandina fuzeyan, biryara pêkanînên navneteweyî li ser Koreya Bakur heye û îdîa kir ku Rûsya di vî warî de ji Çînê bêhtir di rewşeke neyînî de ye.

Trûmp ji Reûtersê re axivî û got, "Rûsya di mijara Koreya Bakur de ji me re qet nabe alîkar" û wiha dewam kir: "Ya ku Çîn ji bo alîkariyê bide me dike, Rûsya wê qels dike."

Di mijara pêkanînên der barê Koreya Bakur de, Donald Trûmp meha Kanûnê jî Rûsya bi heman rengî sûcdar kiribû. Trûmp gotibû, "Çîn alîkariyê dike, Rûsya nake."

Li gorî îdîayên hin çavkaniyên ewlekariyê yên rojavayî ku meha Kanûnê hatin bilêvkirin, li gel pêkanînan jî Rûsyayê tankerên sotemeniyê şandiye Koreya Bakur. Rayedarên Rûs jî ev îdîa red kiribûn û îdîa kiribûn ku ew li gorî biryara pêkanînan a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî tevdigerin.

Koreya Bakur, par tevî ceribandina bombeya nukleerî, her wiha gelek fuzeyên balîstîk ên di navbera parzemînan de tên bikaranîn ceribandibû. Yek ji pêkanînên li dijî Koreya Bakur, kêmkirina îxracata petrolê ya ji bo vî welatî bû.