Trûmp ji Macron re got, ''ehmeq'' û şerab kire hedef!

Serokê DYE'yê Donald Trûmp li ser bacdanîna li ser xebatên qada dijîtal a Fransayê, ev tevdîr mîna ''ehmeqiya'' Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron nirxand.

Donald Trûmp li ser hesabê xwe yê Twîtterê, got, li dijî bacdanîna li ser sektora teknolojiya bilind Emerîkayê (GAFA) ew ê bersivê bidin. Yasya GAFA'yê navxwe ji tîpa pêşî ya ''Google, Apple, Facebook û Amazon'ê distîne.

Trûmp got, ''Fransa baca dijîtal anî ser şîrketên me yên mezin ên teknolojiyê yên Emerîkayê. Heke hinek wê bavê bîne ser wan divê ev welatê wan ê rehekî DYE be.''

Trûmp got, ''Piştî ehmeqiya Macron em ê çalakiyeke resen li dijî vê ragihînin. Her demê min gotiye, şeraba Emerîkayê ji ya Fransayê çêtir e.''

Piştî peyama Trûmp bi çend deqeyan, Wezîrê Aboriyê yê Fransayê Brûno Le Maîre got, Fransa, ''wê biryarên xwe yên netewî bi cih bîne'' û got, ''Bacdanîna gerdûnî ya li ser xebatên dijîtal me hemûyan têkildar dike. Em dixwazin bi çarçoweya G7 û OECD peymanekê deynin. Dema ku em li benda vê ne, Frnasa wê biryarên xwe yên netewî bi cih bîne.''

Parlamentoya Fransayê 11'ê Tîrmehê bazdanîna li ser şîrketên mezin ên înternetê pejirand û di vê qadê de bûbû welatê sereke. Yasas li gel  GAFA'yê gelek şîrketên navnetewî, ku bi nedana bacê têne sûcdarkirin jî vedihewîne.