Trûmp îro bi awayekî fermî dest bi kar dike
Serokê 45. ê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Donald Trûmp îro bi awayekî fermî dest bi wezîfeya xwe dike.
Serokê 45. ê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Donald Trûmp îro bi awayekî fermî dest bi wezîfeya xwe dike.
Ji bo bicihanîna sozên balkêş û cihê nîqaşê yên Trûmp, tê texmînkirin ku wê pêwîstî bi biryarnameyên serokatiyê bê dîtin.
SOZA JI BO TÊKOŞÎNA LI DIJÎ KOÇBERIYA ÎLLEGAL, RASTEQÎN NÎNE
Yek ji sozên bi nîqaş ê Donald Trûmp, lêkirina dîwarekî bi sedan kîlometreyî li ser sînorê Meksîkayê ye, ku maliyeta vê projeyê 25 mîlyar dolar e. Tevî ku nepêkan e Trûmp vê maliyetê ji Meksîkayê peyda bike, dixwaze baceke nû li ser Meksîkayê ferz bike û bi saya vê yekê hatineyek ji 13 mîlyar dolarî werbigire.
Dersînorkirina 13 mîlyon koçberên qaçax ên li welêt, yek ji sozên Trûmp e, ku xuya ye wê vê gavê nepêkan be. Trûmp wê di rewşa heyî de 3 mîlyon kesên ku ji ber sûc kirine hatine cezakirin, dersînor bike.
Donald Trûmp soz da bû ku ew ê alîkariya dewletê ya ji bo taxên bajaran ên koçberên îllegal lê zêde ye, bibire. Tê payîn ev soz li Kongreyê rê li ber nîqaşên cidî veke. Ji ber ku di nava avn bajaran de metropolên mezin New York, San Francîsco, Los Angeles û Chîcago jî hene.
SÎSTEMEK KU BIXE ŞÛNA REFORMA TENDURISTIYÊ YA OBAMA NÎNE
Yek ji mijarên ku Donald Trûmp beriya hilbijartinê gelekî li ser disekinî, reforma sîgorta tenduristiyê ya bi navê Obamacare bû. Lê ev mijar hinekî tevlîhev e. Ji qanûna Obamacare bi deh mîlyonan Amerîkiyên xizan sûdê werdigire. Tê zanîn ku li şûna vê qanûnê, pêşniyareke reformê hê nîne.
SOZÊN WÎ YÊN LI SER AVHEWAYÊ WÊ BANDORÊ LI TEVAHIYA CÎHANÊ BIKE
Di mijara soza ku hemû cîhanê eleqedar dike de, nayê zanîn bê Serokê nû yê DYA çiqasî zêdegaviyê bike. Trûmp îdîa dike ku Barack Obama 'siyaseta şer a li dijî komirê' dimeşand û wê ji polîtîkayên heta roja îro di mijara avhewayê de meşandiye, vegere. Trûmp dixwaze kargehên li Alaska û Bakurê Atlantîkê yên petrolê bixe meriyetê.
Obama ji bo Fona Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî soza dayîna 3 mîlyar dolarî da bû, lê heta niha tenê 500 mîlyon dolar hatiye dayîn. Nayê zanîn ku yê mayî wê bê dayîn yan na.