Trump got, 'bavê min Elman e', medyayê ew derewand

Serokê DYE'yê Donald Trump dema ku li ser NATO'yê daxuyanî da, ji bo nêzîkatiya xwe ya li Elmanyayê bîne ziman îdîa kir ku bavê wî li Elmanyayê ji dayik bûye.

NATO vê hefteyê salvegera damezrandina xwe ya 70'î pîroz dike. Trump roja Sêşemê li Qesra Spî li ser mijarê daxuyaniyek da û îdîa kir, hin welat li gorî hatineya ji bo parastina leşkerî werdigirin, piştgiriyeke têrker a fînansmanî nadin.

Trump diyar kir ku Elman para dikeve ser milê wan nadin û ragihand, hurmeta wî ji Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel heye.

Trump anî ziman, ew xwe nêzî Elmanyayê dibîne û ji vê jî got, "Bavê min Elman e. Elman bû."

Trump got, "Li devereke bedew a Elmanyayê ji dayik bû. Hesteke min a taybet ji bo vî welatî heye."

Medya Emerîkayê yekser nerazîbûn nîşanî vê gotinê da. Li gorî Emerîkayê, bavê Trump Fred Trump ne li Elmanyayê, lê sala 1905'an li New Yorkê ji dayik bû.

Li gorî Washington Postê, Trump cara sêyemîn e dibêje ku her du aliyên malbata wî li Ewropayê ji dayik bûne û agahiyên şaş parve dike. Li gorî medyayê, dayika Trump Mary Anne MacLeod koçbereke Ewropî ye ku ji Skoçyayê hatiye. Bavê Trump jî li Ewropayê ji dayik nebûbe jî, kalkê wî Firedrich Trump li Elmanyayê ji dayik bû û sala 1885'an çû DYE'yê.