Trûmp gef li Iraq û Îranê xwar

Serokê DYE'yê Donald Trûmp gef li Iraqê xwar, ku eger hêzên Emerîkî neçar bên hiştin ku ji Iraqê derkevin wê pêkanînên tund bixe meriyetê. Gefên xwe yên li Îranê jî dubare kir.

Piştî dengdana li ser derxistina leşkerên Emerîkî ji Iraqê, Trûmp daxuyaniyek da.

Parlamenta Iraqê roja Yekşemê bi rûniştineke taybet dengdan li ser derxistina yekîneyên biyanî kir.

Serokê DYE'yê Trûmp got, "Eger bi rastî jî ji me dixwazin ku em derkevin, eger em li ser bingeheke dostane vê nekin, em ê pêkanînên ku berê qet nedîtibûn bixin meriyetê."

Trûmp îdîa kir ku pêkanînên li ser Îranê wê li hemberî van pêkanînan 'kêm bin' û got, "Li wê derê baregeheke me ya hewayî ya gelekî biha heye. Bi milyaran dolarî hate çêkirin. Heta ku zerara vê nedin me em ê jê dernekevin."

GEF LI ÎRANÊ JÎ XWAR

Trûmp her wiha gef li Îranê xwar, ku eger êrişê bibe ser navendên Emerîkî yên li Rojhilata Navîn wê "bi rengekî mezin bersivê bidin."

Şêwirmendê lîderê olî yê Îranê Alî Xamaney Huseyîn Dehgan ji CNN'ê re axivî û anî ziman ku bersiva li kuştina generalê Îranê Qasim Silêmanî wê bi rengekî leşkerî be û li dijî navendên leşkerî be.

Serokê DYE'yê Trûmp jî bi lêdana li sîteyên çandî yên Îranê gef xwar. Trûmp got, "Gelo mafê wan heye ku ew welatiyên me bikujin, lê mafê me nîne ku em li navendên wan ên çandî bidin? Bi vî rengî nabe."

DAXUYANIYA KU BÛ SEDEMA POLEMÎKÊ

Trûmp di ser twîtterê re gef xwar ku wê li 52 navendên çandî bixin. Êrişên bi vî rengî weke sûcê şer tên dîtin. Bi 52 hedefan balê dikişîne ser 52 kesên ku di sala 1976'an de li Sefaretxaneya Bilind a Emerîkayê ya li Tehranê dîl hatibû girtin. Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Mîke Pompeo li ser vê polemîkê bêyî ku gotinên Trûmp derew derxîne îdîa kir ku wê "di çarçoveya qanûnan" de lê bidin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mûhammed Cevad Zarîf destnîşan kir ku lêdana li navendên çandî 'sûcê şer e' û demokrat, dîplomatên berê û pisporên hiqûqê yên Emerîkî jî nerazîbûn nîşan dan.